′Têkoşîna me dê heta pêkanîna azadiya Rêbertî bidome′

Li Tebqayê çalakiya konvedanê di roja duyemîn de bi dawî bû. Beşdaran got, dê çalakiyan dewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bibe.

′Têkoşîna me dê heta pêkanîna azadiya Rêbertî bidome′
′Têkoşîna me dê heta pêkanîna azadiya Rêbertî bidome′
′Têkoşîna me dê heta pêkanîna azadiya Rêbertî bidome′
′Têkoşîna me dê heta pêkanîna azadiya Rêbertî bidome′
′Têkoşîna me dê heta pêkanîna azadiya Rêbertî bidome′
′Têkoşîna me dê heta pêkanîna azadiya Rêbertî bidome′
′Têkoşîna me dê heta pêkanîna azadiya Rêbertî bidome′
27 mijdar 2023   19:35
TEBQA

Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ve hatî birêxistinkirin di roja duyemîn de bi dawî bû. Çalakî di çarçoveya pêngava cîhanê ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de hat lidarxistin.

Di roja duyemîn de bi dehan endam û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, meclisên leşkerî, komîn, şêx û rûspiyên eşîran, tevgerên jin û ciwanan û nûnerên saziyên olî herikîn bin kon.

Di bin kon de axaftin hatin kirin. Hevseroka Komîteya Hundirîn a Tebqayê Riyad Walî got, projeya Rêber Abdullah Ocalan li dijî berjewendiyên pergalên serdest e, lew ra dewleta Tirk tecrîdê li ser wî giran dike.

Riyad Walî diyar kir ku dê çalakiyan dewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Piştre hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Huda Ewan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de behsa pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin: "Rêber Abdullah Ocalan berxwedanek mezin di girîgeha Îmraliyê de dimeşîne, li bermaberî wê gel têkoşînê geş dike û bi israr azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bîne."

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sîstema Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de berhemên ramanên Rêber Abdullah Ocalan in.

Di daxuyaniyê de, di serî de CPT′yê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah ji bêdengiya xwe derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em ê bi fikr û felsefeya azadiyê tê bikoşin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."

(bb)

ANHA