Li Minbicê parkek hat vekirin

Komîteya Şaredariyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê parkek vekir.

Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
27 mijdar 2023   19:46
MINBIC

Komîteya Şaredariyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê parkek bi navê Cizîrê vekir.

Di merasîmê vekirina parkê de şênî, endamên Rêveberiya Sivîl a Minbicê beşdar bûn.

Di merasîmê de cîgira hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a Minbic û gundewarê wê Medya Ehmo axivî û got: "Erka me parastina jîngehê û têkbirina nexweşî û afatan e, ji ber vê yekê me bi hevkariya Komîteya Jîngehê Parka Damin an ku Cizîrê ji nû ve sererast kir û vekir."

Medya Ehmo banga parastina parkan û cihên giştî kir.

Hevseroka Komîteya Jîngehê Yusra Xalid anî ziman ku avakirina parkan plansaziya wan a bingehîn e .

Deriyê parkê ji aliyê xwişka şehîd Salih El Fewaz, Fatma El Fewaz ve hat vekirin.

Di dawiyê de koma navenda çand û hunerê stran pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA