Gelên Amudê, Til Birak û Helebê salvegera PKK’ê pîroz kir
Li Amûdê, Til Birak û Helebê bi beşdariya hezaran kesan 45’emîn salvegera PKK’ê hat pîrozkirin.
AMÛDÊ
Pîrozbahî li Hola Seyran bi beşdariya sedan kesan hat pêkanîn. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, alên PKK û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pêşengên PKK’ê yên şehîd hildan.
Di pîrozbahiyê de nivîskar û helbestvan Beşîr Mela Newaf axivî û bal kişand ser rewşa Kurdan a beriya PKK’ê û siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker. Mela Newaf avabûna PKK’ê li dijî siyasetên qirkirinê wekî “Jinûve afirandina nasnameya gelê Kurd” pênase kir û got: “Tevî hemû êrîş û komployan jî PKK li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan her xurt bûye û li cîhanê belav bûye. Destkefyiyên Rojava jî encamek vê têkoşînê ne. Lewma divê weke erkeke exlaqî û wijdanî herkes ji bo azadiya Serokatî û parastina destkeftiyan têbikoşe. Divê cîhan jî zanibe ku PKK temsîla gelên Rojhilata Navîn dike.”
Pîrozbahî bi stranên Koma Agirî û govendê bidawî bû.
HELEB
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya sedan kesan li Salona Star Light pîrozbahî hat lidarxistin. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê Remziye Selah di şahiyê de axivî û salvegera PKK’ê li Rêber Abdullah Ocalan, hemû gerîlayên azadiyê û gel pîroz kir.
Remziye Selah destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê wekî parçeyek têkoşîna PKK’ê ye û bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” îro bi awayekî bîrdozî, zanistî bandorê li tevahiya jinên cîhanê dike, sedsala 21’an dike sedsala jinan.
Endamê PYD’ê Bedran Rêzan jî axivî û got ku PKK’ê ji bo têkoşîna azadî, hêvî û ya dijî qirkirinê firsendek gelekî mezin ava kiriye .
CIWANEKÊ BIRYARA TEVLÎBÛNA PKK’ê DA
Di pîrozbahiyê de ciwana bi navê Raperîn Osman biryara xwe ya tevlîbûna refên Tevgera Azadiya Kurdistanê ragihandin.
Di pîrozbahiyê de Koma Agirî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, Koma Hawar û Hunermend Mînettullah a ji Reqayê hatibû û Koma Şehîd Vejîn a girêdayî Navenda Çanda Hîlala Zêrîn bi stranên xwe gel coşand. Koma Govendê ya Şehîd Serhed jî lîstikên xwe pêşkêş kirin.
TIL BIRAK
Şêniyên navçeya Til Birak a girêdayî Hesekê jî li baxçeyê navenda çandê ya navçeyê pîrozbahî lidar xist. Di pîrozbahiya ku sedan kes amade bûn de, Endamê Meclîsa Til Birak Lezgîn Muhemmed axivî û salvegera PKK’ê pîroz kir. Lezgîn diyar kir ku gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi saya têkoşîna PKK’ê gihîştine van rojan.
Pîrozbahî ji bi stranên koma Şîlan Dîlan, hunermend Diyar, Teleb El-Nazir, govend û xwendina helbestan bi dawî bû.