Êrişî baregeha Amerîkayê ya li Sûriyeyê hat kirin

Li gorî agahiyan bi rêya 3 balefirên bêmirov êrişî baregeha leşkerî ya hêzên Amerîkayê ya li Sûriyeyê hatiye kirin, lê heta niha ziyanên êrişê nehatine diyarkirin.

Êrişî baregeha Amerîkayê ya li Sûriyeyê hat kirin
1 sibat, 2024   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat diyarkirin ku îşev bi 3 balefirên bêmirov êrişî baregeha hêzên leşkerî ya Amerîkayê ya li nêzîkî bîra petrolê ya Omer a li Dêrazorê hatiye kirin, lê heta niha ziyanên êrişê nehatine diyarkirin.

Hate diyarkirin ku piştî êrişê balefirên bêmirov li ser esmanê baregehê geriyane û piştre ji aliyê sîstema parastinê ve hatine dûrxistin.