Ciwanên Ermen di salvegera 110’an komkujiyê de daxwaza edaletê kir

Ciwanên Ermen di salvegera 110’an a komkujiyê de çalakiyek li dar xist. Ciwanan xwest edalet pêk were û hesab bê pirsîn.

Ciwanên Ermen di salvegera 110’an komkujiyê de daxwaza edaletê kir
Ciwanên Ermen di salvegera 110’an komkujiyê de daxwaza edaletê kir
Ciwanên Ermen di salvegera 110’an komkujiyê de daxwaza edaletê kir
22 nîsan, 2025   16:05
QAMIŞLO

Dewleta Osmanî di sala 1914’an û de qetlîameke mezin li dijî gelê Ermen pêk anî, lê tê qebûlkirin ku dîroka destpêka komkujiyê 24’ê Nîsana 1915’an e.

Bi boneya salvegera 110’an a komkujiya li dijî Ermenan, Tevgera Demokratîk a Ciwanên Ermen li pêşiya avahiya Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê çalakiyek protestoyî li dar xist.

Di çalakiyê de pankartên "Em 24’ê Nîsanê ji bîr nakin û efû nakin", "Em daxwaza naskirina 24’ê Nîsanê dikin", "Em edaletê û mafê vegerê dixwazin", "Birîna me bi demê re derman nabe, lê bi edaletê derman dibe", "Milyon û nîv li benda edaletê ne, edalet li ku derê ye?" hatin vekirin. Her wiha wêneyên komkujiyên li dijî Ermenan û alên Partiya Yekitiya Ermenî hatin hildan.

Hevseroka Tevgera Demokratîk a Ciwanên Ermen Losnak Kavorian daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Beriya 110 salan Osmaniyan hewl da me biqelîne, nasnameya me tune bike û gelê me qir bike. Lê bi ser neketin; ji ber ku em man û li ber xwe didin, ev bîranîn di dil, îrade û hişê me de ye."

Her wiha hate gotin: "Bîranîna wê rojê nûkirina vê sozê ye ku em ji doza xwe û mafên xwe nayên xwarê. "

Di daxuyaniyê de daxwaza pêkanîna edaletê û hesabpirsînê hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hevbendiyên we û projeyên we dê li hemberî  biryardariya me hilweşin. Em zarokên Ermenistana Rojava ne, berxwedana kurdî û neviyên Asûr in."

(bb)

ANHA