Daxwazên çareserkirina endametiya 156 parêzeran di Sandîkaya Parêzeran de

Parêzer Xalid Omer di jinûve vekirina Qesra Edlî ya Qamişloyê de bang li aliyên eleqedar kir ku mekanîzmaya entegrekirina 156 parêzeran û tesbîtkirina endametiya wan di Sandîkaya Parêzeran a Hesekê de zelal bikin.

Daxwazên çareserkirina endametiya 156 parêzeran di Sandîkaya Parêzeran de
15 mijdar, 2026   18:39
QAMIŞLO

Parêzer Omer daxwaza zelalkirina mekanîzmaya entegrekirina tevahî parêzeran di Sandîkaya Parêzeran a Hesekê de kir û destnîşan kir ku der barê rewşa 156 parêzeran de ne diyariyek heye û endametiya wan di sandîkayê de di çarçoveya proseya entegrekirina saziyan de nehatiye krîtîkirin.

 Di daxuyaniya Omer a li pêş avahiya Qesra Edlî ya Qamişloyê de fikarên xwe der barê nebûna zelaliyên fermî yên têkildarî rewşa parêzerên eleqedar û mekanîzmaya tesbîtkirina endametiya wan de anî ziman.

Omer diyar kir ku Yekitiya Parêzeran a Cizîrê di 2014’an de hat damezrandin û piranî parêzer û dadger tê de hatin tesbîtkirin, nemaze yên ku nikarîn xwe di Sandîkaya Parêzeran a girêdayî rejîma berê de ji ber helwestên xwe yên siyasî û neteweyî qeyd bikin.

 Omer destnîşan kir ku proseya entegrasyona heyî ya bi saziyên dewletê re hîna heta niha endametiya 156 parêzeran di Sandîkaya Parêzeran a Hesekê de nehatiye kirin. Ev jî ruxmî sozên ku di civîna li Sandîkaya Giştî ya Parêzeran a Şamê de ligel parêzerên Hesekê di meha borî de hatiye lidarxistin ku wê navên tevahî parêzeran tesbît bikin.

Omer nerazîbûna xwe li ser berdewama vê nezelaliyê anî ziman, bi taybet ligel jinûve vekirina Qesra Edlî ya Qamişloyê bêyî ragihandina mekanîzmayeke zelal a çareserkirian rewşên wan û misogeriya berdewama xebata wan.

Di dawiyê de parêzer Xalid Omer bang li aliyên eleqedar kir ku lez bidin çareserkirina dosyayê û tesbîtkirina endametiya wan di sandîkayê de, da ku mafên wan werin parastin û bikaribin pîşeya xwe di çarçoveya rêveçûna edaletê li herêmê de bi kar bînin.

(f)