Têkildarî piştgiriya QSDˋê 8 tabûr li Enteriyê hatin avakirin

Di çarçoveya bersivdana seferberiya giştî ya ji bo piştgiriya QSD, YPJ û YPGˋê de Meclisa Gel a Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê avakirina 8 tabûrên HPCˋê ragihand.

Têkildarî piştgiriya QSDˋê 8 tabûr li Enteriyê hatin avakirin
Têkildarî piştgiriya QSDˋê 8 tabûr li Enteriyê hatin avakirin
Têkildarî piştgiriya QSDˋê 8 tabûr li Enteriyê hatin avakirin
Têkildarî piştgiriya QSDˋê 8 tabûr li Enteriyê hatin avakirin
Têkildarî piştgiriya QSDˋê 8 tabûr li Enteriyê hatin avakirin
Têkildarî piştgiriya QSDˋê 8 tabûr li Enteriyê hatin avakirin
Têkildarî piştgiriya QSDˋê 8 tabûr li Enteriyê hatin avakirin
Têkildarî piştgiriya QSDˋê 8 tabûr li Enteriyê hatin avakirin
Têkildarî piştgiriya QSDˋê 8 tabûr li Enteriyê hatin avakirin
5 ÇILE, 2025   19:18
QAMIŞLO

Meclisa Gel a Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo, di çarçoveya beşdariya seferberiyê de, ji bo piştgiriya QSD, YPG û YPJ'è bi daxuyaniyekê aşkera kir ku wan 8 tabûr girêdayî Hêzên Parastina Civakî ava kirine.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê TEV-ÇAND’ê ya Kantona Cizîrê Keder Hisên bi zimanê Kurdî û mamoste Şerîf Xelîlî ve bi zimanê Erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di rojên pir dîrokî re derbas dibin û hat diyarkirin ku rejîma Baas di encama xweneguhertinê û berovajîkirina daxwazên gel ên siyasî, civakî û aborî de, piştî 61 sal hilweşiya.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hat diyarkirin ku bi taybetî jin rastî her cure binpêkirinan hatin, bombebaran û êrişên bejahî heta niha jî berdewam in.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hatin gotin; “Hêza leşkerî ya li Şamê bi cih dibe, îdia dike ku ew ê rêveberiya alternatîf be, lê em weke gel nikarin parastin û ewlehiya xwe radestî hêzeke ku bi dewleta Tirk a dagirker re ji nêz ve hevkariyê dike û azadiya jinê paşguh dike, bikin.

Em piştrast dikin ku QSDˋê hêzên parastina rewa ye, ku ji ciwan û jinên hemû pêkhateyên herêmê pêk tê û niha li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke qehremanî ya mezin dimeşîne.

Em weke gelê Enteriyê nikarin hêzên xwe bi tenê bihêlin û li gel keç û xortên xwe em ê li her derê ku lê bin herêmên xwe biparêzin. Em ê bê dudilî tevlî nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk bibin

Her wiha em bang li hemû gelê xwe dikin ku li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî jiyana xwe bi rêxistin bikin.”

Di daxuyaniyê de alên QSD, YPG û YPJˋê hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJˋê” hatin berzkirin.

(bm/fr)

ANHA