Li Qamişloyê şehîdên mehên Kanûn û Çileyê hatin bibîranîn

Şêniyên Qamişlo 190 şehîdên mehên Kanûn û Çileyê bi bîr anîn û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan û avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî, dubare kir.

5 ÇILE, 2025   19:42
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo bibîranîna 190 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sotoro, yên ku di mehên Kanûn û Çileyê de di sal û cihên cuda de şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de bi sedan malbatên şehîdan, kesayetên welatparêz, endamên partiyên siyasî, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongra Star û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Di serî de Xerîb Hiso tevahî şehîdên ku di oxira ewlehî û aramiyê de canê xwe feda kirine, bi bîr anîn.

Hiso got: "Li eniyên Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê şervanên me li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku hewl didin me qir bikin berxwedaneke dîrokî, didin meşandin."

Hiso banga xurtkirina hevgirtinê û yekitiya nîştimanî ya Kurdî û dûrketina ji berjewendiyên partiyetê kir.

Her wiha Hiso soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan û avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî dubare kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên 190 şehîdan hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin.

(mh/fr)

ANHA