Endamên HPCˋê tev li seferberiyê bûn

Endamên HPCˋê li bajarê Til Koçerê diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê ew li kêlek QSDˋê parastina herêmê dikin.

Endamên HPCˋê tev li seferberiyê bûn
5 ÇILE, 2025   18:47
GIRKÊ LEGÊ

Hêzên Parastina Civakî (HPC) ên bajarê Til Koçerê yê girêdayî Girkê Legê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyek ragihand ku tev li banga Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûye û ji bo parastina herêmê bi QSDˋê re ketine tevgerê.

Endamê HPCˋê Etiye El Selmo li pêş navenda HPCˋê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piştî hilweşîna rejîma Baasˋê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên me, em îro di qonaxeke hestiyar û xwedî girîngiyeke dîrokî ya pêşeroja Sûriyeyê û deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re derbas dibin.

QSDˋê hêza parastina me ya rewa ye û di nav xwe de tevahî pêkhateyên ji Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Suryan dihewîne. Niha jî li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî û mezin raber dike. Ji lew re ji erka me ye, em li kêlek hêzên xwe bisekinin, mal, gund, tax û bajarên xwe biparêzin.

Em bang li xelkê herêmê dikin ku li gorî pêvajoya heyî ya ku hişyarî û xweparastinê dixwaze, tev bigerin."

ANHA