Tehranê muhleta 60 rojî red kir

Îranê muhleta 60 rojî ya pêşnumeya lihevkirinê ya bi Washingtonê re red kir û îdia kir ku muhlet ji bo dan û standinên ceza û dosyaya nukleerî tenê bûn. Her wiha daxuyand ku ew di bin zexta Amerîkayê de dan û standinan nakin.

Tehranê muhleta 60 rojî red kir
17 tebax, 2026   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro diyar kir ku muhleta 60 rojî ya pêşnumeya lihevkirinê ya bi Washingtonê re nîn e û ev muhlet tenê ji bo dan û standinên bi mijarên ceza û dosyaya nukleerî ne.

Berdevkê Wezaretê Îsmaîl Beqaî got Tehran dan û standina di bin zextê de red dike  anî ziman ku DYA‘yê sozên xwe bi cih nayîne û ji nû ve destpêkirina diyalogê red dike.

Beqaî destnîşan kir ku Îran ji bo aramkirinê, pîlotên Îranî û trafîka Tengava Hurmuzê têkiliyên xwe bi Qeter, Îslamabad û Omanê re didomîne.

(f)