Trump vê carê gef li Umanê xwar

Serokê DYA’yê Donald Trump, di daxuyaniya xwe de gef li Umanê xwar û got: “Heke Uman derkeve pêşiya me em ê wir bombe bikin.”

Trump vê carê gef li Umanê xwar
17 tebax, 2026   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA'yê Donald Trump, têkildarî muzakereya bi Îranê re û şer axivî. Trump, ku di Fox Newsê de ji Trey Yings re axivî, piştrast kir ku rêveberiyê rasterast rêyeke pêwendîdanînê ya veşartî ya bi Pasdarên Îranê re daniye, lê belê ew ji bo bidawîkirina pevçûnê ecele nake. Trump got: "Lîstikvanên baş ên pokerê ne, lê dimirin. Nexşerêyeke min a demeke diyarkirî tune ye. Ecela min tune ye."

Trump, ji bo pevçûneke muhtemel a bi Îranê re got ku heke Uman daxil bibe, ew ê Umanê "bombebaran" bikin.