Di navbera Enqere û Tel Avîvê de şerê desthilatdariyê li Sûriyeyê

Li Rojhilata Navîn veguhertinên herêmî yên bilez pêk tên, nexşeyên desthiltdariyê têne guhertin û pêre jî lîstik tê guherin. Bi hatina desthilata nû bo Şamê şerê desthilatdariya li Sûriyeyê di navbera Anqerê û Tel Avînê de zêde bû.

Di navbera Enqere û Tel Avîvê de şerê desthilatdariyê li Sûriyeyê
8 nîsan, 2025   10:09

Rojnameyên Erebî yên îro bal kişandin ser stratejiyên demdirêj û nakokiyên eşkere ku dê siberoja Rojhilata Navîn a nû diyar bikin.

SÊ BIJARTE: ŞARII DÊ ÇAW BI AGIRÊ DIJMINAN LI ÎSRAÎL Bixe?

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişande ser kêşeyên Şamê, û bal kişand ser wê yekê ku bi guhertina desthilatê li Sûriyeyê û bihêzbûna Ehmed El Şerii piştî rûxandina rêjîma Esed, Şam rûbirûyê dijwariyeke mezin dibe ji ber berfirehbûna Israîlî ber bi başûr ve, bi taybetî ji ber lawaziya helwestên navdewletî û valahiya ewlehiyê.

Rojnameyê diyar kir ji bo bersivdayîna êrişên Îsraîlê bêyî şerekî rasterast sê bijarteyên "veşartî" yên El Şerii hene: Ya yekem: Bi hevkariya nerasterast ya îstîxbarata Tirkiyê re, şaneyên razayî yên DAIŞê ji bo êrişkirina ser Îsraîlê bikar bîne.

Ya duyem: Çalakkirina şaneyên veşartî yên Filistînê ji bo lêdana Îsraîlê ji hundirê Sûriyeyê bêyî ku dewlet wek aliyekî xuya bike.

Ya sêyem jî bikaranîna komên Îranî ji bo lêxistina Îsraîlê, ku wan koman razî bike ku ev yek xizmeta berjewendiyên Îranê yên herêmî dike bêyî ku Îranê bikşîne nav aloziyek rasterast.

Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku her bijarteyek ji van metirsiyên wê yên mezin hene,  dibe ku bibe sedema lawazbûn an jî rûxandina rêjîmê.

NAKOKIYA ERDOGAN Û NETANYAHU LI SER SÛRIYÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa veguhertinên siyasî yên kûr li Rojhilata Navîn kir diyar kir ku hebûna Donald Trump li Koşka Spî û serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu bûye sedema ji nû ve xêzkirina nexşeyên desthilatdariyê. Eksena Îranê hat hilweşandin û hikûmeteke nû li Şamê derket holê, di heman demê de Tirkiyê li Sûriyeyê berfereh bûye ku ev yek ji aliyê Îsraîlê ve wek metirsiyeke stratejîk tê dîtin.

Rojname di wê baweriyê de ye ku Îsraîl niha bi du kêşeyên mezin re rû bi rû ye: Rêberê olî yê Îranê Alî Xamineyî li aliyekî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li aliyê din. Ji xwe Trump rasterast gefên Îranê rawestandiye, lê berferehbûna Tirkiyê hîna jî  ji  bo Tel Avîvê cihê dilgiraniyê ye, bi taybet piştî ku Enqerê firokexaneyên leşkerî li hundirê axa Sûriyeyê bi kar anî, ku hişt ku Israîl dest bi êrişên hişyarkirinê bike.

(k)