Malbatên Serêkaniyê yên ku vegeriyane rastî astengiyan tên

Heta niha hezar û 99 malbatên koçber ên Serêkaniyê, vegeriyane warê xwe, koçberên ku vegeriyane rastî wêraniya malan, kêmbûna xizmetguzariyên sereke û girtina rêyên sereke li pêşiya tevgera şêniyan tên.

Malbatên Serêkaniyê yên ku vegeriyane rastî astengiyan tên
12 îlon, 2026   02:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên Serêkaniyê bi karwanan, di Tebax û Îlonê de dest bi vegera li herêm û gundewarên xwe kir, koçber li hejmareke gundewarên xwe yên girêdayî Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê vegeriyan.

DI HER DU KARWANAN DE HEZAR Û 99 MALBAT

Di çarçoveya xebatên vegera koçberan de, di karwanê yekemîn de 410 malbatên ji gundewarên başûrê Serêkaniyê 10`ê Tebaxê vegeriyan warê xwe.

Di 8`ê Îlonê de karwanê duyemîn ê ku ji 689 malbatên gundewarên rojhilatê Serêkaniyê, herêmên gundewarên Til Temir û Zirganê pêk dihat, berê xwe da warê xwe. Bi vî awayî heta niha bi rêya 2 karwanan nêzî hezar û 99 malbat vegeriyane.

Vegera koçberan di nava rewşeke zehmet de pêk tê, koçberên ku vegeriyane mal û gundên wan wêrankirî ne, pêdiviyên jiyanî yên sereke tune ne, ava vexwarinê û kehrebe tune ne, ev yek dihêle ku îstiqrar pêk neyê.

Rewşa rêyan astengiyeke din e li pêşiya koçberên ku dê vegerin, hîn hejmarek rêyên sereke girtî ne, bi taybet ên ku li ser xetên eniyên şer, girtina van rêyan dihêle ku şênî di çûn û hatina bajarok û navendên nêz de zehmetiyan bibînin, di pêvajoya gihandina pêdiviyê sereke û mijarên xizmetguzariyê ji bo vegera şêniyan jî astengî derketin.

DAXWAZÊN DABÎNKIRINA PÊDIVIYÊN ÎSTIQRARÊ

Koçberên ku vegeriyane ji bo çûn û hatinê, gihandina bajarokên derdorê dixwazin ku bi awayekî lezgîn rêyên sereke werin vekirin. Koçberên ku vegeriyane bang li saziyên hikumetê, rêxistinên mirovî û aliyên peywendîdar kir ku destek û piştgiriyê bide wan, her wiha ji bo dabînkirina xizmetguzariyên esasî wekî av û kehrebeyê xebatê bidin meşandin, ji bo rakirina wêraniyê, sererastkirina binesazî û rêyan daxwaza xebatan kirin.

NÊZÎ 12 HEZAR MALBAT LI BENDA VEGERÊ NE

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê hejmara malbatên ku ji bajar û gundewarên wê koç kirine nêzî 13 hezar malbat in, piraniya malbatan li herêmên cuda yên herêma Cizîrê, bajarê Kobanê û herêmên din dimînin.

Bi vegera hezar û 99 malbatên koçber a ji bo gundên wan, nêzî 12 hezar malbat beriya hatina werzê zivistanê benda vegerê ne.

HEFTEYA BÊ KARWANEKE NÛ DIÇE

Tê payîn ku di hefteya bê de karwanekî nû yê koçberên Serêkaniyê, di çarçoveya bernameya vegera malbatan de bi rê bikeve, piştî vê karwanê, dê di demên pêş de karwanên cuda yên şêniyan berê xwe bide cih û warê xwe.

(sb)

ANHA