‘Tecrîd berdewam e û têkoşîna me jî nasekine’

Şêniyên Hesekê û koçberên ji Serêkaniyê got hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo gelên herêmê serkeftin e. Şêniyan diyar kir ku dê li hemberî tecrîdê têkoşînê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

‘Tecrîd berdewam e û têkoşîna me jî nasekine’
30 cotmeh, 2024   03:10
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM-BILIND HECÎ

Pişî 44 mehan parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û biraziyê Rêber Abdullah Ocalan di 23'yê Cotmehê de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û ev peyama wî parve kiribû: "Tecrîd dewam dike, hêza min a teorîk û pratîk heye ku pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê veguhêzim zemîna hiqûqî û siyasî.”

Şêniyên bajarê Hesekê û kampa Serêkaniyê der barê nameya Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Mehabad Şêx Sedûn a ji Hesekê anî ziman ku ew ê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadên têkoşînê bin û got: "Em gelê Rojava li ser feslefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne. Felsefeya Rêbertî ji tevahî pirsgirêkan re çareserî ye. Ji ber wê em ê di hemû astan de têkoşînê bidomînin. Divê dewleta Tirk fêm bike ku em dev ji doza xwe bernadin û em ê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe asta têkoşînê mezin bikin."

Xalîde Botî jî bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe de gotiye tecrîd hîna berdewam e, li ser vê yekê di serî de jin bang li gelê Rojava kir ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bike û her tim li qadan be.

Sewriye Salih jî got: "Rêber Abdullah Ocalan ji me re silav şand. Di nameya xwe de destnîşan kir ku tecrîd berdewam e. Ji ber wê divê em jî tê bikoşin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin."

Koçberê ji bajarê Serêkaniyê yê li kampa Serêkaniyê dimîne Beşar Mûş got: "Ji bo gelên herêmê yên ku ev 44 meh e daxwaza hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re dikin, pêkhatina hevdîtinê serkeftîn e."

Mûş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikare tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser û got têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî de erka tevahî gelên herêmê ye.

Koçberê ji Serêkaniyê Xelîl Moro jî destnîşan kir ku 25 sal e tecrîda li ser Rêber Abdullah heye û soz da ku li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan bin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

Koçbera ji Serêkaniyê Sebah Cuma jî got: "Hevdîtin pêk hat, lê tecrîd berdewam e û tê şidandin. Em qebûl nakin Serok di girtîgeha tu dewletekê de be."

Sebah wiha domand: "Ji ber ramanên Rêber Abdullah Ocalan, dewletên kapîtalîst li ser serê wî bûn yek û bi komployek ew dîl girt. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan azad in û mafên her kesî mîsoger dike."

Sebah di dawiyê de soz da ku dê li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîdan têkoşînê bidomînin.

(şx/bb)

ANHA

serê kaniyê

hesekê