‘Nikarin vîna me tune bikin, em ê karê xwe bidomînin’

Hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û karkerên firneya Kobanê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk dê li pêşiya karên wan nabin asteng û got “Nikarin vîna me tune bikin, em ê karê xwe berdewam bikin.”

‘Nikarin vîna me tune bikin, em ê karê xwe bidomînin’
30 cotmeh, 2024   05:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker di êvara 23`yê Cotmehê de bi balafirên bêmirov êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encama êrişan de gelek navendên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.

Hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Firatê Gulistan Şêx Ehmed û karkerên Firneya Alî ya nan a bajarê Kobanê têkildarî êrişan ji ajansa me ra axivîn.

Gulistan Şêx Ehmed di destpêka axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser binesaziya herêmê, stasyonên petrol, gaz, embarên genim û navendên xizmetguariyê dixwaze aboriya herêmê têk bibe û gel birçî bike.

Gulistanê bal kişand ser zirarên êrişa li ser embara genim a li gundê Rovî û wiha domand: “Di wan êrişên dewleta Tirk a dagirker de ziyanên madî û manewî çêbûn, karkerek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn. Di heman demê de bandor li embara genim bû.”

‘TEVÎ HEMÛ ÊRIŞAN JÎ KARÊ ME DIDOME’

Gulistan Şêx Ehmed di dawiyê axafitina de got: “Tevî hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker jî karê me nasekine. Wê her tim karê me dewam bike. Ji ber ku cihê me cihê xizmeta nanê gel e, çi qas êriş pêk werin jî em ê karê xwe berdewam bikin."  

Karkerê Firneya Alî ya Kobanê Ebdusemed Welo anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêşiya karên wan nabin asteng û got: "Ev ne cara yekemîn e û ne jî ya duyemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êriş dike. Êrişên wê yên hovane dewam dikin. Tevî êrişan jî karê me berdewam e."

Welo îşaret pêk kir ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze gel bitirsîne, tengav bike û neçarî koçberiyê bike û wiha dom da axaftina xwe: “Berevajî vê yekê, em timî li ber xwe didin. Êriş tu carê moralê me lawaz nake. Ev ji êrişan natirsin û dest ji welatê xwe bernadin. Wê xeyalên dagirkeran nebin rastî û wê karê me berdewam bike.”

Karkerê bi navê Mehmûd Mihemed Şêxo jî diyar kir ku dema ew li ser kar bûn dewleta Tirk a dagiker êriş kir.

Mihemed da zanîn ku tevî êrişan dê heya dawiyê xizmeta gelê xwe bikin û wiha got: "Dewleta Tirk êrişan pêk bîne jî em tu carî dest ji kar û xebata xwe bernadin."

(bb)

ANHA