Li Til Birakê 2 karker kehrebe bûn: Karkerekî jiyana xwe ji dest da

Di dema sererastkirina torên kehrebê de karkerekî navneda awarte ya kehrebê ya bajarê Til Birakê jiyana xwe dest da û karkerek din jî birîndar bû.

Li Til Birakê 2 karker kehrebe bûn: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
29 cotmeh, 2024   19:59
HESEKÊ

Di vê êvarê de dema ku tîmeke navenda awarte ya kehrebê ya bajarê Til Birakê toreke kehrebê li gundê Qaimmeqam ê girêdayî bajêr sererast dikir, 2 karker kehrebe bûn. Di encamê de karkerê bi navê Hesen El Elêwî jiyana xwe ji dest da û karker Sultan El Sultan bi sivikî şewitî. Karkerê birîndar rakirin nexweşxaneya bajêr.

(mh/fr)

ANHA