Talebanî: Dê hilbijartin di 10ˊê Hezîranê de bên lidarxistin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku hilbijartinên parlementoya Başûrê Kurdistanê weke ku hatiye diyarkirin dê di 10'ê Hezîranê de were kirin.

Talebanî: Dê hilbijartin di 10ˊê Hezîranê de bên lidarxistin
17 nîsan, 2024   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî eşkere kir ku dê hilbijartinên parlementoya Başûrê Kurdistanê neyê paşxistin û di dema hatî diyarkirin de (10ˊê Hezîran 2024) were kirin.

Her çiqas PDKˊê hewl dide astengî ji pêkhatina hilbijartinên parlementoyê re derbixe jî, lê berpirsên komîsyona hilbijartinê ya Iraqê diyar dikin ku dê hilbijartin di dema hatî diyarkirin de anku 10’ê Hezîrana îsal de were kirin.