Konferansa Ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû

Konfernsa ˊCiwanên Ereb û Rêbertîˊ bi encamnameyekê bi dawî bû. Di konferansê de soza domandina xebatên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û xurtkirina pergala neteweya demokratîk hat dayîn.

Konferansa Ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû
17 nîsan, 2024   20:34
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê îro ˊKonferansa Ciwanên Ereb û Rêbertîˊ bi dirûşma "Bi ruhê ciwanan komployê têk bibin û cenga azadiyê ser bixin" li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist.

Di konferansê de bi dehan endamên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Fatme Hisên ve hatin xwendin.

Piştre rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger Cûd Hesekê diyar kir ku hildana ala şoreşa azadiyê, avakirina welat, pêşxistina wî, avakirina nifşekî nû ku bikare civakê bi pêş bixe û şerê taybet ê li dijî xwe têk bibe, erkê ciwanan e.

Beşdaran naveroka konferansê û rêbazên belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kirin.

Di dawiya konferansê de encamname hat xwendin. Di encamnameyê de teqezî bi van xalan hat dayîn; domandina xebatê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, xurtkirina pergala neteweya demokratîk, zêdekirina zanabûnê, xurtkirina têkoşîna zanînê li gel hemû pêkhateyan bi taybetî ciwanan, nûnertîkirina rola pêşengtiyê di neteweya demokratîk de, çalakkirina komîteyên ciwanan di komînan de û vekirina perwerdeyên îdeolojî ji bo pêşxistina fikrên ciwanan.

(mh)

ANHA