Li Şehba, Qamişlo û Dêrazorê şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn

Xelkê Şehba, kantona Dêrazor û bajarê Qamişlo şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî û diyar kir ku ew heta pêkanîna serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser şopandina rêça şehîdan e.

17 nîsan, 2024   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo bîranîna şehîdê tevgera rizgariya Kurdistanê Ezîz Ereb (Nadir Şêx Hesen) li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo merasîm li dar xist.

Di merasîmê de bi dehan xelkê Qamişlo û malbatên şehîdan beşdar bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Ebas Mûsa behsa fedakariya şehîd kir û got: "Şehîd Ezîz Ereb ji yekemîn şehîdên pêşeng ji pêkhateya Ereb e ku tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû."

Dûre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Ezîz Ereb ji dema jidayikbûnê heta têkoşîna wî di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de û heta bi şehadeta wî hate pêşkêşkirin.

Merasîm bi diruşma ˊşehîd namirinˊ bi dawî bû.

DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li kantona Dêrazorê bi beşdariya endamên tevgerê, Komîteya Werzîş û Ciwanan li Akademiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a li herêma 7 Kîlo merasîma bîranîna şehîd Ezîz Ereb li dar xist.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Elî El Ehmed axivî û got: "Şehîd Ezîz Ereb, ji ber ku ji fikrê neteweya demokratîk hez kir tev li têkoşînê bû û bi şehadeta xwe derî li pêş tevlêbûna bi sedan ciwanên pêkhateya Ereb vekir."

El Ehmed wiha domand: "Em soz didin şehîdên xwe û Rêber Abdullah Ocalan heta rizgarkirina xakê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li ser şopa wan bin."

Dûre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Ezîz Ereb hat pêşandan.

Merasîm bi diruşma ˊşehîd namirinˊ bi dawî bû.

ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser bi merasîmekê şehîd Ezîz  Ereb ê di 17`ê Nîsana 1986`an de di nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê de şehîd bûbû bi bîr anî.

Merasîm li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê li dar ket. Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Mihemed Wilo axivî û tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “Şehîdên me yên ku xaka me parastine tu cudahî navbera xwe û tevan sond xwaribû ku dev ji vê axê bernedin."

Her wiha bavê şehîd Ezîz Ereb Hesen Şêx Hesen jî axivî û wiha got: “Têkoşer Ezîz digot ez ê Ereb bimirim û bila biratiya gelan li Rojhilata Navîn bijî. Îro jî bi saya wan şehîdan em jiyaneke birûmet berdewam dikin."

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Ezîz Ereb û têkoşîna wî heta şehadetê, hat pêşandan.

Merasîm bi siloganên "şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr-zş)