Li Tebqayê 200 hezar hebên hişbir hatin girtin

Li Tebqayê di kemîneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 4 bazirganên hişbirê hatin destgîrkirin û 200 hezar hebên hişbir ên bi wan re jî hatin desteserkirin.

Li Tebqayê 200 hezar hebên hişbir hatin girtin
7 tîrmeh, 2025   14:45
TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku 6’ê Tîrmehê li Tebqayê 4 bazirganên madeyên hişbir hatine destgîrkirin. Li gorî daxuyaniya têkildarî mijarê, li gel kesên destgîrkirî 200 hezar hebên hişbir jî hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Roja Yekşemê 6’ê Tîrmehê, Dezgeha li dijî Hişbirê kemînek li bajarê Tebqayê danî û di encamê de zêdetirî 200 hezar hebên Captagon ên ku di nava erebeyekê de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin û 4 kesên ku di belavkirin û bazirganiya wan de beşdar bûn, hatin girtin.”