Sûriyeyê û Urdinê têkildarî operasyonê daxuyaniyeke hevbeş dan

Sûriyeyê û Urdinê ji bo lêpirsîna têkildarî operasyona leşkerî ya Urdinî li gundewarê Derayê li ser damezrandina komîteyeke ewlehî ya hevbeş li hev kirin, wê bi rêya vê komîteyê sedem were şopandin, koordîneya meydanî û istixbaratî were pêşxistin. 

Sûriyeyê û Urdinê têkildarî operasyonê daxuyaniyeke hevbeş dan
28 cotmeh, 2026   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretên Karên Derve li Sûriyeyê û Urdinê, şeva (Sêşem-Çarşem) têkildarî lihevkirina der barê avakirina komîteyeke ewlehî ya hevbeş ji bo mijara operasyona leşkerî ya Urdinê li gundewarê Derayê ya başûrê Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş dan, wê bi rêya komîteyê re sedema vê yekê bê şopandin, koordîneya meydanî û istîxbaratî ya di navbera her du welatan de bê pêşxistin.

Ev daxuyanî piştî peywendiya di navbera Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve û Karûbarê Penaberan ê Urdinî Eymen El Sifdî bi Wezîrê Karên Derve û Penaberan Esed El Şêbanî de hat dayîn, di peywendiyê de behsa bombebaranê hat kirin, Uman diyar kiribû ku wan xaleke girêdayî DAIŞ`ê hedefgirtibû.

(sb)

ANHA