Kesekî ji malbata xwe 4 kes kuştin û piştre xwe jî kuşt

Li bajarê Dirbêsiyê kesê bi navê Ciwan Mihemed Elî malbata xwe gulebaran kir, di encamê de 4 kes kuştin û piştre xwe jî kuşt.

Kesekî ji malbata xwe 4 kes kuştin û piştre xwe jî kuşt
28 cotmeh, 2026   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me da zanîn ku îro (çarşem) kesekî bi navê Ciwan Mihemed Emîn Elî malbata xwe gulebaran kir. 

Di encama gulebaranê de dayika wî Ezîza, birayê wî Egîd, keça wî û zarokekî din hatin kuştin. Her wiha piştî gulebarandinê jî xwe kuşt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêkolînkirina bûyerê kir, lê hîna nayê zanîn ku çima Ciwan Elî dawî li jiyana xwe û malbata xwe aniye.

(np)

ANHA