Sûriyeyê mafê xwe yê dengdanê li OPCWˊyê dîsa vegerand

Sûriyê mafê xwe yê dengdanê li OPCWˊyê, piştî ku di sala 2021ˊan de hatin rawestandin, dîsa bi dest xist.

Sûriyeyê mafê xwe yê dengdanê li OPCWˊyê dîsa vegerand
9 tîrmeh, 2026   19:24
Navenda Nûçeyan

Dewletên endam ên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) îro mafê dengdanê yê Sûriyeyê ji nû ve vegerand. Ev maf piştî ku di sala 2021ˊan de bi tohmetên bikaranîna çekên kîmyewî di salên şer de hatin rawestandin, hat bidestin.

OPCWˊyê diyar kir ku ev biryar digel "guherînek girîng di şert û mercan de" piştî hilweşîna rejîma Baasê hat dayîn. Rêxistinê destnîşan kir ku hikumeta demkî soz da ku bi tevahî bi Peymana Çekên Kîmyewî re pabend be û di vî warî de gavên pratîkî avêtin.

Rêxistinê diyar kir ku hikumeta demkî amadebûna xwe ya hevkariyê bi civaka navneteweyî re nîşan da, ku bermahiyên bernameya çekên kîmyewî ya rejîma Baasê ji holê rake û xetera belavbûna van materyalan kêm bike.

Lêkolînên berê yên NYˊyê û raporên OPCWˊyê gihîştin wê encamê ku rejîma Baasê di dema pevçûnê de di êrişan de gaza sarîn û klorê bi kar aniye. Lê ev tohmet her tim ji hêla rejîma Baasê û Moskovê dihatin redkirin.

Konseya Rêveber a OPCWˊyê diyar kir ku ew ê pêşveçûna ku Sûriyeyê di dosyaya çekên kîmyewî de çêkiriye bişopîne û tedbîrên pêwîst bigire da ku her depokirin an madeyên têkildarî bernameya berê ji holê rake.

(fr)