Serokwezîrê Iraqê çû Amerîkayê
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li ser vexwendina Serokê DYA’yê Joe Biden, bi şandayeke payebilind re çû vî welatî.
![Serokwezîrê Iraqê çû Amerîkayê](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202404/image_870x_661a492ba606a.jpg)
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sudanî û şandeyeke payebilind li ser vexwendina Biden îro ber bi Amerîkayê ve derketine rê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ku Sudanî wê Biden re rûne û li ser mijarên siyasî, ewlekarî, aborî nîqaş bikin. Her wiha hat gotin ku dê hebûna hêzên hevpeymana navnetewî ya Iraqê jî bê rojevê.