Li Efrîna dagirkirî kesek hate revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyek li navçeya Reco ya Efrînê revand.

Li Efrîna dagirkirî kesek hate revandin
13 nîsan, 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efrînê ku dewleta Tirk dagir kiriye, rojane sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyan dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 7`ê Nîsanê şêniyê bi navê Ebdo Hisên Hisê li gundê Amara yê navçeya Recoyê revandiye.

Heta niha aqûbeta Ebdo Hisên Hisê ne diyar e.

(şx)