Stasyona Elok ji xizmetê derket

Ji ber xerabbûna xeta kehrebeyê ya Stasyona Elokê, stasyon bi awayekî demkî ji xizmetê derket. Şîrketê diyar kir ku piştî temîrkirinê dê stasyon dîsa bikeve xizmetê.

Stasyona Elok ji xizmetê derket
3 tebax, 2026   15:15
HESEKÊ

Şîrketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku ji ber xerabbûneke di xeta kehrebeyê ya stasyonê de, Stasyona Avê ya Elokê bi awayekî demkî ji xizmetê derketiye. 

Şîrketê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tîmên temîrkirinê ji bo vegerandina xebatên stasyonê bi awayekî lezgîn dest bi xebatên temîrkirinê kir.

Şîrketê da zanîn ku piştî bidawîkirina temîrkirinê dê stasyona Elok careke din bikeve xizmetê û daxwaz ji şêniyan kir ku vê rewşa awarte ya ji ber derketina vê pirsgirêkê fêm bikin.

(sb)

ANHA