Ofîsa Agahdayariyê ya Hesekê der barê înternetê de daxuyanî da

Ofîsa Agahdayariyê ya Hesekê der barê greva belavkarên înternetê û daxwazên kêmkirina buhayê înterneta malê de daxuyanî da. Ofîsê diyar kir ku wan di demên dawîn de rêzetedbîr girtine ku buhayên xizmeta înternetê kêm bikin û kalîteya wê baş bikin.

Ofîsa Agahdayariyê ya Hesekê der barê înternetê de daxuyanî da
3 tebax, 2026   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Agahdayariyê ya Hesekê îro daxuyaniyek der barê mekanîzmaya xebatê ya nû ji bo baştirkirina kalîteya înterneta malê û çavdêriya belavkirinê de, weşand. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ofîsê li gorî bernameya çand caran buha kêm kiriye, carekê ji 8 dolaran daxist 6,5 dolaran û herî dawî jî daxist 3,5 dolaran.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tevî kêmkirina buhayên li pey hev jî lê bikarhênerên înternetê sûd jê wernegirt û înternet ji hêla belavkaran ve baş nehat dayîn. Vê yekê hişt ku ofîsa me mekanîzmayeke xebitandinê ya nû pêşniyar bike ji bo kalîteya înterneta malê baştir bike, pêvajoya belavkirinê bi rêk û pêk bike, pêşî li yekdestdariyê bigire û mafên welatiyan misoger bike."

Ofîsê diyar kir ku armanca sereke ya van tedbîran ew e ku xizmeteke înternetê ya domdar bi buhayên guncaw peyda bikin, bi vî awayî xizmeta berjewendiya giştî bikin û xebata berdewam a belavkar û xwediyên kafeyên înternetê bi awayekî hevseng misoger bikin.

(k)

ANHA