ˋWerin em bi yek destî û rihî xwedî li ax û şervanên xwe derkevinˊ

Dayikeke 3 kurên xwe ji destpêka Şoreşa Rojava ve tev li hêzên leşkerî bûne bang li bav û dayikan kir û got; " Divê hemû dayik û bav piştgiriya zarokên xwe bikin da ku bi erka xwe ya parastinê rabin. Kolan, tax û gundê xwe biparêzin. Ji ber ev dem dema xweparastin û berxwedanê ye."

ˋWerin em bi yek destî û rihî xwedî li ax û şervanên xwe derkevinˊ
27 kanûn, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîroka jinên Kurd bi serhildêrî û wêrkiyê rûpelên xwe dagirtine, ne tirs ne xof bûye sedem ku gava xwa paş de bavêjin. Bi dilsoziya xwe ya welataparêziyê ve tev li hemû serhildanan bûne û pêşengitiya azadiyê kirine. Îro jî li seranserî welat jinên Kurdistanî di xeta herî pêş de siyasta neyaran têk dibin. 

Dayika Sureya Sebrî Mihemed a ji Qamişloyê yek ji wan dayikan e ku sê kurên xwe (Serhildan Qamişlo, Demhat Qamişlo û Serxwebûn Qamişlo) seferberê parastina rûmetê kirine.

Dayika Sureya di nirxandinên xwe de wiha anî ziman û got: "Parastina rûmtê erka me hemûyan e, divê her kes ji bo têkbirina dagikeran piştgiriyê hêza xwe bikin û zarokên xwe di xeta herî pêş de bi cih bikin".

Di domandina axaftina xwe de Sureya bal kişand ser her sê kurên xwe yên tevl li cengê bûne û wiha got: "Di destpêka Şoreşa Rojava de sê kurên  min di nava hêzên leşkerî de cihê xwe digirin. Her wiha di nava hemû pêngavên ku hatin lidarxistin de cihê xwe giritin û erka xwe bi cih anîn û niha jî di qada cengê de mil bi mil bi hevalên xwe re berxwedaniyê dikin."

Dayika Sureya qala girîngiya dema niha kir û got: "Ev der axa me ye, em li mala xwe ne, li ser xaka xwe jiyan dikin, me ti carî ziyan negihandiye tu kesî, lê dema ku dagirker werin ser axa me heya dawiyê em ê parastina xwe bikin û serî li hember dagirkeran rakin."

Sureya wiha li gotina xwe zêde kir: "Ger em bê parastin bimînin û her yek ji me bi erka xwe ranebe, wê xeteriyên pir mezin rû bidin û çeteyên dagirker tecewizî namûsê me bikin."

Sureya bang li tevahî dayikan kir û wiha pê de çû: "Divê hemû dayik û bav piştgiriya zarokên xwe bikin da ku bi erka xwe ya parastinê rabin. Kolan, tax û gundê xwe biparêzin. Ji ber ev dem dema xweparastin û berxwedanê ye."

Sureya axaftina xwe wiha dewam kir: "Gelek şervanên birîndar ên ku parçeyên canê xwe fedayî gel û welatê xwe kirine hene. Li hember van şehîdên nemir lazim e berjiwendiyên kesane nekevin pêş, çawa ku wan bi lehengî şer kirin, divê em jî li beramberî keda wan xwedî li bajar û gundê xwe derkevin."

Di dawiya peyama xwe de wiha Sureya wiha got: "Ji hemû malbetên şehîdan re sersaxiyê dixwezim û ji birîndaran re şîfayê hêvî dikim. Silav û hezkirina xwe ji hemû şervanan re rêdikim û piştgirya xwe diyarî wan dikim. Bi hemû derfetên xwe ez alîkariya pêwîst pêşkêş dikim, çi madî çi manewî be. Em ê bi yekitiya Kurdan azadiya welatê xwe misoger bikin. Werin em bi hev re bi yek dest û rihî ve xwedî li şervan û axa xwe derbikevin."

(fr)