Li Hesekê ciwanek hat qetilkirin

Li bajarê Hesekê ji ber nakokiya diravî ciwanek ji aliyê pismamê xwe ve hat qetilkirin.

Li Hesekê ciwanek hat qetilkirin
4 hezîran, 2026   20:51
HESEKÊ

Nûçegihana me ji bajarê Hesekê daxuyand ku li nêzî dibistana Ibin El Esîr li taxa Ezîziyê ya Hesekê, ji ber nakokiyeke diravî, ciwanê bi navê Îsa Cuma ji aliyê pismamê xwe ve bi guleyê hat qetilkirin. 

Li gorî çavkaniyên xwecihî jî, sûcdar piştî bûyerê reviya cihekî nediyar e. Hêzên Ewlekariya Hundirîn lez da cihê bûyerê, dorpêç kir û hûrgiliyên bûyerê lêpirsîn kirin.

(fr)