Siyasetmedar û rûspiyan banga bidawîkirina êrişan kir

Partiyên siyasî û rûspiyên bajarê Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan da.

Siyasetmedar û rûspiyan banga bidawîkirina êrişan kir
18 sibat, 2025   07:15
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin û her roj topbaran li ser herêmê hene. 

Partiyên siyasî û rûspiyên bajarê Hesekê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku wê peyama wan her tim pêşgiriya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) be.

rêveberê rêxistina Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ya Hesekê Ezher Ehmed axivî û got: "Êrişên li ser Bendava Tişrînê û li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Armanc ji van êrişan ew e ku binesaziya herêmê were têkbirin û derbeyê li projeya Rêveberiya Xweser bidin."

Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hovîtiya xwe sivîlan qetil dike û wiha domand: "Li dijî Kobanê, Eyn Îsa, Bendava Tişrînê û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê tên kirin."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Armaca dewleta Tirk ji van êrişan pêkanîna projeya xwe ya Mîsaqî Millî û dagirkirina xakên din ên Sûriyeyê ye. Tevahî pêkhateyên herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyeyê wê li hember êrişên parastina destkeftiyên xwe bikin û li ser projeya biratiya gelan bimeşin."

Şêx Ebdullah Telah ê ji êşîra Bo Mehîs axivî û got: "Em eşîrên herêmê piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan didin, dagirkeriya Tirk red dikin û dixwazin ev êriş bi dawî bibin û îstîqrara Sûriyeyê were misogerkirin."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Ezîz Ehmo axivî û wiha got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava şehîdan şermezar dikin û li pişt hêzên xwe, QSD’ê ne."

Ezîz di dawiyê de wiha got: "Armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî herêmê kontrolkirina tevahî Sûriyeyê ye û destkeftiyên li herêmê têk bibe."

(fr)

ANHA