Jinên çalakvan: Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bibe destpêka aştiyê

Piştî ku şandeya DEM Partiyê di 28’ê Kanûna 2024’an li gel Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin kir, pirsgirêka Kurd bi berfirehî tê gotûbêjkirin. Jinên çalavan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê ji bo aştiyê bibe destpêk.

Jinên çalakvan: Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bibe destpêka aştiyê
18 sibat, 2025   02:35
HELEB 
MIHEMED EBDO

Siyasetmedar û çalakvanên jin destnîşan kir ku kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di nava 20 salên dawîn de encamên erênî bi dest xistine. Çalakvanan diyar kir ku ji bo peydakirina şert û mercên guncaw ji Rêber Abdullah Ocalan re dive hewlên zêdetir hebin.

Têkildarî mijarê berdevka Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Emîna Xidiro got: “Çewisandinên ku ji aliyê rejîmên zalim ve li ser gelên Rojhilata Navîn tên ferzkirin, bûye sedema biçûkxistina wan û dizîna vîna wan. Rêber Ocalan di pirtûkên xwe de ev mijar şîrove kiriye.”

Emînayê her wiha got: "Qonaxa Îmraliyê asoyên berfireh li pêşiya stratejiya Rêber Abdullah Ocalan vekirin. Rêbertî projeya aştiyeke mayînde ya ji bo îradeya gelan pêşniyar kir.”

Emînayê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker vê projeyê wek metirsiyekê dibîne û ji ber wê jî sîstema îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

Der barê bandora kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de jî Emînayê got: "Kampanyayên girseyî zext li Yekitiya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir û di encamê de rayedarên Tirk neçar kirin ku dîwarê tecrîdê bişikînin û rê bidin Rêbertî ku bi şandeya DEM Partiyê re hevdîtinê bike.”

Emîne XIdiro di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên cîhanê kir û got: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were, tev li çalakiyên piştgiriyê bibin. "

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zeynep Dawûd destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana 26 salan li hemberî tecrîda girankirî ya li girtîgeha Îmraliyê dewleta Tirk neçar kir ku bi Rêber Abdullah Ocalan re dan û standinan bike.

Zeynebê bal kişand ser vê yekê ku dewleta Tirk a dagirker hê jî çareseriya pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane asteng dike û got: "Eger şert û mercên guncaw ji bo Rêber Abdullah Ocalan werin peydakirin, wê bibe sedem ku hemû krîzên li Rojhilata Navîn di demeke nêz de werin çareserkirin. "

Zeyneb Dawûd di dawiya axaftina xwe de got: “Projeya neteweya demokratîk ji bo hemû gelên cîhanê, bi taybet gelê Kurd, çareseriya herî guncaw e. "

(k)

ANHA