Şîrketên Tirkiyeyê sektora dermanan a Sûriyeyê desteser kiriye

Li Sûriyeyê şîrketeke Tirkiyeyê dermanan depo dike û belav dike.Derman li Sûriyeyê biha bûne.

Şîrketên Tirkiyeyê sektora dermanan a Sûriyeyê desteser kiriye
30 nîsan, 2026   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Belavkarên di sektora dermanan de dixebitin agahî dan ku rola şîrketên Tirkiyeyê di anîn û belavkirina dermanan li nexweşxaneyên Sûriyeyê de zêde bûye. 

Li gorî çavkaniyên sektora belavkirina dermanan depoyên şîrketa YMN Pharmaceuticals Warehouse YMN MED a 2013`an li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê hatiye avakirin, li bakurê Sûriyeyê û bi taybet li parêzgeha Idlibê hene. Ev şîrket yek ji aliyên ku herî zêde derman ji sektora tenduristiyê ya hikumeta demkî re tîne û belav dike. Her wiha dan zanîn ku perspektîf tê dayîn ku di hinek îhaleyên qada tenduristiyê de ev şîrket wek çavkaniya sereke ya dabînkirinê be.

Çavkaniyan got şîrketa YMN Med dermanan ji Tirkiyê û hinek dewletên dîtir tîne û li Sûriyeyê belav dike, her wiha ev şîrket derman li nexweşxane û navendên tenduristiyê yên gelek herêmên Sûriyeyê belav dike. Her wiha çavkaniyan anî ziman ku şîrket destûrnameyê ji Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê digire û bêyî ku rasterast girêdayî aliyekî hikumetê be dermanan depo dike û belav bike.

Têkildarî vê mijarê aliyên bi sektora îhaleyên dermanan re dixebitin diyar kir ku pêşbazî di hinek îhaleyan de sînordar e û dibe ku ev yek bandorê li çavkaniyên dabînkirinê bike. Aliyên têkildar daxwaz dikin ku zelalî di mekanîzmayên dabînkirin û îhalekirinê de hebe.

(np)

ANHA