‘Bi yekitiya Kurdan re dê Kurdistan ji dagirkeran rizgar bibe’

Rêveberê Ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk Ferhan Dawûd diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya çareserkirina krîzên herêmê ye.

‘Bi yekitiya Kurdan re dê Kurdistan ji dagirkeran rizgar bibe’
30 nîsan, 2026   02:35
HESEKÊ
BOTAN HESEN

Siyasetmedar û rêveberê Ofîsa Hesekê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ferhan Dawûd ji ajansa me re axivî.

Ferhan Dawûd di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Çareserkirina krîz û pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Divê dewletên ku li gel wan pirsgirêka Kurd heye, vê pirsgirêkê çareser bikin. Hinek dewletên ku li herêmê pirsgirêkan çêdikin, dixwazin bi parçekirina Kurdan re berjewendiyên xwe pêk bînin."

Dawûd ji bo yekitiya neteweyî jî wiha got: “Yekitiya Kurdan dikare hemû pîlansaziyên navneteweyî bugherînê û tevlîhev bike. Hêzên navneteweyî jî neçar bikin ku polîtîkayên xwe yên li ser gelê Kurd ber çavan re derbas bikin. Dem hatiye ku hêzên Kurdan ên Kurdistanê bibin xwediyê yekhelwestî. Bi yekitiya Kurdan re dê gelê Kurd ji komkujiyan were parastin. Yekitiya Kurdan di vê demê de gelekî girînge. Li Rojhilata Navîn û cîhan guhertin çêdibin. Eger yekitiya Kurdan çênebe dê her tim dewletên ku Kurdistan dagirkirine, gelê Kurd bikin hedef."

Ji bo partiyên siyasî yên Kurdan jî wiha got: “Hîna hinek partiyên siyasî yên Kurd li gorî berjewendiyên xwe nêzî yekitiya Kurdan dibin. Divê kongreyê neteweyî yê Kurd were lidarxistin. Di kongreyê de komîteyên ku nûnertiya gelê Kurd bikin, werin avakirin û ev kongrê bibe sîwana gelê Kurd."

Her wiha Dawûd got: “Eger kongreyê neteweyî çêbibe êdî hêzên derve nema dikarin destwerdana doza kurdî bikin. Partiyên siyasî jî êdî nema dikarin ferdî nêz bibin. Doza gelê Kurd yeke û nayê parçe kirin. Em nikarin Rojava ji Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê qut bikin. Eger Rojava têkbiçe, piştre dê dor were Başûrê Kurdistanê. Rewşa hemû paçeyên Kurdistanê bihev ve girêdayî ye. Em nikarin bawerî bidin Tirkiyê. Dibe ku têkiliyên dîplomasî û bazirganî yên Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re hebin lê belê sala Tirkiyê yek ji dewletên ku li hemberî referandûma 2017an derketin û hêzên xwe rêkirin ser sînorê Kurdistanê.”

Ferhan Dawûd wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bi yekitiya Kurdan re dê Kurdistan ji dagirkeran rizgar bibe.”

(np)

ANHA