Nîqaşên li ser perwerde û dadgeriyê gihîştine kîjan astê?

Di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de, hevdîtinên Rêveberiya Xweser û Şamê yên li ser entegrasyonê didomin. Di mijarên perwerde û dadgeriyê de gotûbêj germ bûne.

Nîqaşên li ser perwerde û dadgeriyê gihîştine kîjan astê?
30 nîsan, 2026   05:20
QAMIŞLO

Hevdîtinên entegrasyonê yên di navbera QSD/Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Suriyê de didomin. Di rojên dawî de mijarên perwerde û dadgeriyê zêdetir ketine rojevê. Şandeyeke Wezareta Dadê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê 20`ê Nîsanê serdana Hesekê û Qamişlo kir, hevdîtin pêk anîn. 

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, şandeya hikumeta demkî ya Sûriyeyê dixwaze modela rêveberiya navendî li ser Dîwanê Edaleta Civakî ferz bike û taybetmendiyên herêmê nadin ber çavan. Dîwana Edaleta Civakî jî ev yek qebûl nekiriye. Hikumeta demkî di qada perwerde û fêrkirine jî dîsa modela rêveberiya navendî ferz dike. Ji bo perwerde û fêrkirinê nîqaş didomin. Desteya Perwerde û Fêrkirine pêşniyar dike ku hikumet bawername û meteryalên wan ên xwendinê nas bike.

Li gorî agahiyan, hikumeta demkî mîna ku dê hemû saziyan radestî wan bikin, nêzî entegrasyonê dibe. Rêveberiya Xweser jî vê nêzîkatiyê guncaw nabîne.

Çavkaniyan diyar kirin ku hikumeta demkî dixwaze dosyaya dadê bi dest bixe. Her wiha ferz dikin ku kadroyên dadê yên girêdayî xwe erkdar bikin, xebatkarên saziyên dadê yên rêveberiya xweser jî, hinek ber destan bikin. Li aliyê din tê gotin ku mafê dozgerên herêmê heye ku saziyên dadê yên herêmê bi rê ve bibin û bigihêjin mekanîzmeyekê ku her du alî bi hev re dosyaya dadê bi rê ve bibin.

HIKUMET HEWL DIDE DOZGRÊN BAASÎ BIXE KAR

Hat gotin ku şandeya hikumeta demkî şertê xwe li ser Rêveberiya Xweser ferz dike. Dixwaze dozgerên berê yên Baasî vegerînin kar û wan li qesra edlî tayîn bikin. Her wiha dixwazin dozger û xebatkarên heyî ji xebatê bidin sekinandin û vegerin mala xwe. Xebatkarên Rêveberiya Xweser ên Dada Civakî piştre daxwaz bikin ku vegerin ser karê xwe û werin tayînkirin. Her wiha hemû doz û dosyayên bi gel ve girêdayî ne, radestî wan bikin.

Di serdanê de her du aliyan li ser sîstem û qanûnên li herêmên Rêveberiya Xweser derbasdar in, nîqaş kirine.

Çavkaniyên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku Saziya Dadê ya Rojava di çarçoveya Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de entegrasyona li gorî taybetmendiyên herêmê red nake.  Li gorî hinek agahiyan şandeya hikumeta demkî jî qebûl kiriye ku rolekê di Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûrî û saziyên dadwerî yên bilindtir de bide dadgerên Rojava.

Çavkaniyan nîşan dan ku gotûbêjin di navbera her du aliyan de dê dewam bikin, tevî nakokiya berdewam a li ser hin xalên mayî.

PERWERDE

Der barê mekanîzmaya Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê re de, Adnan Mihemed El Berî wek rêveberê Rêveberiya Perwerdeyê yê Parêzgeha Hesekê hatiye erkdarkirin, her wiha navên mamosteyan dê wekî lîsteyekê ji bo nirxandinê ji Wezareta Perwerdeyê ya li Şamê re werin şandin.

Li gorî çavkaniyan, xalên sereke yên gotûbêjê li ser mijara naskirina sertîfîkayên ku ji hêla saziyên Rêveberiya Xweser ve di navbera salên 2014 û 2026’an de hatine dayîn. Ev mijareke bingehîn e ku divê bi biryareke fermî ji Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê were çareserkirin.

Der barê rêbazên perwerdeyê de, çavkaniyan destnîşan kir ku xwendina bi rêbaza rêveberiya xweser dê îsal û sala bê de dewam bike, heya ku rêbazên neteweyî ji bo tevahiya Sûriyeyê werin derxistin. Ev rêbaza neteweyî dê were wergerandin bo zimanê kurdî û li deverên ku piraniya wan Kurd in, were pejirandin da ku parastina nasnameya cihêreng a herêmên kurdî mîsoger bike.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku pirtûkeke dersê ya zimanê kurdî wekî derseke hilbijartî tê amadekirin, lê ew ê li deverên Rêveberiya Xweser neyê pejirandin. Peymangeh û zanîngehan hîn jî çareser nebûye, nîqaşên li ser vê mijarê hîn jî berdewam in û dê di demeke pêş de werin çareserkirin.

Mijara naskirina fermî ya sertîfîkayan hîn jî girêdayî biryareke Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ye, lê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de ji bo temamkirina hûrgiliyên pêvajoya entegrasyonê şêwir û dan û standin berdewam in.