Fransa êdî nahêle meleyan ji devre bînin welat 

Piştî Almanyayê Fransa jî wê ji 2024`an ve nehêle mele ji derveyî welat bên Fransayê.

Fransa êdî nahêle meleyan ji devre bînin welat 
30 kanûn, 2023   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP`ê ku agahiyên xwe spartine Wezîrê Karûbarên Hundir ê Fransayê Gérald Darmanin, Fransa wê ji 2024`an ve nehêle tu mele ji dewletên din ku di nava wan te Tirkiye jî heye werin welat.

Di biryara ku ji aliyê Wezîr Gérald Darmanin ve hatiye îmzekirin de hatiye diyarkirin ku ji 1`ê Nîsana 2024`an ve êdî meleyên biyanî yên ji aliyê dewletên wan ji bo Fransayê hatine şandin, nikarin bi heman navî li Fransayê bimînin.

Serok Komarê  Fransayê Emmanuel Macron jî destpêka 2020`an ragihandibû ku ew dixwazin erka derdora 300 meleyên ji aliyê dewletên cuda ve hatine şandin, bi dawî bikin û hejmara meleyên li Fransayê hatine perwerdekirin zêde bikin.

(şx/a)