Silêman Oso: Bila dewletên derve bizanin yekîtiya Kurdan ne ji bo dijberiya wan e
Endamê Desteya Serokatiya ENKS`ê Silêman Oso destnîşan kir ku kêfxweşiya wan a pêkanîna konferansa yekrêziyê nayê nayê wesifkirin û wiha got “Yekîtiya Kurdan, yekîtiya Sûriyeyê ye. Bila dewletên derve bizanin avakirina yekîtiya Kurdan ne ji bo dijberiya wan e, em biratî û rêzdariyê dixwazin”

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî Silêman Oso der barê girîngî û yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji ANHA`yê re axivî.
Silêman Oso da zanîn ku kêfxweşiya wan a ji ber pêkanîna konferansê nayê wesifkirin û wek gaveke dîrokî nirxand.
Silêman Oso got: "Cara yekemîne gelê Kurd bi hemû partiyên xwe yên siyasî, saziyên civaka sivîl, nûnerên eşîr û malbatan bi gişt bi rêya konferansekê re li ser belgeyekê erê dikin. Konferans jî ji bo gelê Kurd serkeftineke. Miletê Kurd bi giştî ji bo misogeriya mafên xwe di Sûriyeyê de gotina xwe ya ji bo pêşeroja Sûriyeyê diyar kir.”
Silêman Oso diyar kir ku bi serkeftina konferansê û yekhelwesta Kurdî wê qonaxeke bê nakokî û xerabî dest pê bike, ew jî pêkanîna xalên belgeyê ye û wiha pê de çû: “Hêviya me ew e ku rojên bê ew xal bên bi cih kirin.”
Silêman Oso destnîşan kir ku aliyeke din a girîng ji konferansê heye, ew jî qonaxa ku Sûriyeyê tê re derbas dibe ye. Rêjîma ku gelê Kurd bê par hiştibû hate rûxandin û wiha anî ziman: “Niha Sûriyeyeke nû ava dibe, di vê Sûriyeya nû de pêwîst bû ku Kurd gotina xwe bikin yek.”
Silêman Oso bal kişand ser pêvajoya piştî konferansê û got: “Qonaxa bê ya danûstendinan e, em ji miletê Sûriyeyê bi giştî re dibêjin, yekîtiya Kurdan yekîtiya Sûriyeyê bi giştî ye û xurtbûna Kurdan xurtbûna Sûriyeyê ye. Bila dewletên derve jî bizanin avakirina yekîtiya Kurdan ne ji bo dijberiya li hemberî wan e, em biratî û rêzdariyê dixwazin.”
(ekîb)
ANHA