Sibe li Riyadê têkildarî Sûriyeyê civînek berfireh

Di çarçoveya civîna Eqebeyê ya têkildarî Sûriyeyê de sibe li Riyadê civîneke berfireh bi tevlêbûna wezîrên karên derve yên dewletên ereb û rojava li dar dikeve.

Sibe li Riyadê têkildarî Sûriyeyê civînek berfireh
11 ÇILE, 2025   21:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê têkildarî Sûriyeyê civîneke berfireh li dar dikeve. Wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê, Iraq, Lubnan, Urdun, Misir, Brîtaniya, Almanya û gelek dewletên din, cîgirên wezîrên karên derve yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îtlayayê jî wê tev li civînê bibin.

Çaverê ye ku nûnerê bilind ê kar û barên derve û siyaseta ewlehiyê ya YE`yê sekreterê giştî yê Komkara Erebî, sekreterê giştî yê Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY`yê ji bo Sûriyeyê tev li civînê bibin.

Civîn di çarçoveya temamkirina civînên Eqebeyê de li dar dikeve ku li Urdunê di 14`ê Kanûna 2024`an de hatibû lidarxistin.

(şx/fr)