Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Îbrahîm El Îbrahîm li Dêr Hafirê yê rojhilatê bajarê Helebê şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
11 ÇILE, 2025   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li Dêr Hafir ê rojhilatê bajarê Helebê şehîd bû, aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Em bi serbilindiyeke mezin ji gelê xwe re şehadeta endamekî hêzên xwe ya kantona Cizîrê şehîd Ibrahîm Ehmed El Ibrahîm radigihînin. Şehîd dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe li herêma Dêr Hafir a gundewarê rojhilatê Helebê pêk dianî de gihaşt asta şehadetê.

Agahiyên der barê nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Ibrahîm El Ibrahîm

Navê bav: Ehmed

Navê dayikê: Watfa

Cih û dîroka jidayikbûnê: Gundê Dibiş, 2`ê Çile`ya 1996ˋan

Dîroka tevlîbûnê: Dirbêsiyê, 19`ê Îlona 2022`an

Cih û dîroka Şehadetê: Dêr Hafir, 9`ê Çileya 2025`an

Em sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên şehîd re dixwazin û soza berdewamkirina têkoşînê li ser şopa wî heta bidestxistina azadî û aştiyê ji bo gelê xwe dubare dikin. Fedekariya şehîdên me wê bibe me ber bi ronahiyê ve bibe."

(şx/fr)