Sibe li Hesekê, Dêrazor û Reqayê dibistan girtî ne

Wezareta Perwerdê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê diyar kir ku  ji ber rewşa hewayê, li parêzgehên Dêrazor, Reqa û Hesekê sibe dibistan nayên vekirin.

Sibe li Hesekê, Dêrazor û Reqayê dibistan girtî ne
29 cotmeh, 2026   00:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rûpela fermî ya Wezareta Perwerdê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, sibe li tevahî dibistanên giştî û taybet ên parêzgehên Dêrazor, Hesekê û Reqayê dibistan girtî ne.

Wezaretê da zanîn ku ji ber rewşa hewayê dibistan nayên vekirin.

Li parêzgehên Reqa, Hesekê û Dêrazorê barana xurt, brûsk û baya bihêz, lehî heye û hejmarek rêyên sereke yên di navbera bajar û gundan de hatine girtin. Her wiha li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê rewşa koçberan zehmet e.

(f)