Şêx Mihemed Maşûq Xeznewî hate bibîranîn

Şêx Mihemed Maşûq Xeznewî di salvegera 21`emîn a qetilkirina xwe de li Qamişloyê hate bibîranîn.

Şêx Mihemed Maşûq Xeznewî hate bibîranîn
1 hezîran, 2026   15:06
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 21`emîn ya qetilkirina şêx Mihemed Maşûq Xeznewî, endamên Kongreya Îslama Demokratîk ên Qamişloyê û şêniyên bajêr serdana gora wî ya li Qamişloyê kir.

Şêx Maşûq Xeznewî di Gulana 2005'an de li paytexta Sûriyeyê Şamê ji aliyê hêzên rejîma Baasê ve hatibû revandin û di 1'ê Hezîrana heman salê de hatibû qetilkirin.

(re)

ANHA