Li Til Temirê têkildarî geşedanên dawîn panelek hat lidarxistin

Beşdarên panela ku PYD’ê li Til Temirê li dar xist, bal kişand ser girîngiya gihaştina çareseriyên siyasî yên demokratîk ên ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê garantî dikin.

Li Til Temirê têkildarî geşedanên dawîn panelek hat lidarxistin
1 hezîran, 2026   15:13
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Til Temirê îro ji bo nirxandina pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê, di serî de têkiliyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de û qonaxa entegrasyona demokratîk, panelek li dar xist. Semîner li kafeteryaya Kinêr a li navenda bajêr hate lidarxistin.

Nûnerên partiyên siyasî, endamên rêxistinên civaka sivîl, hevserokên komînan û kesayetên civakî yên herêmê beşdarî panelê bûn.

Panelê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Rêveberiya Dibistanan li Til Temirê Ayhan Yûsiv xêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser girîngiya diyaloga siyasî di vê serdema krîtîk a dîroka Sûriyeyê de.

Ayhanê diyar kir ku divê beşdariya civakê di nîqaşkirina mijarên krîtîk ên ku bandorê li hemî beşên herêmê dikin de were xurt kirin.

Di panelê de mijarên siyasî yên heyî, bi taybetî pêşketinên di diyaloga di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, û bandorên wê li ser siberoja herêmê û saziyên wê yên sivîl û leşkerî, hatin gotûbêjkirin.

Her wiha beşdaran zehmetî û derfetên qonaxa heyî gotûbêj kirin.

Beşdarên panelê der barê ser mekanîzmayên pêkanîna peymanan, siberoja rêveberiya herêmî, û rewşa ewlehî û xizmetê pirs kirin. Beşdaran bal kişand ser girîngiya  gihîştina çareseriyên siyasî yên demokratîk ên ku mafên hemû pêkateyn Sûriyeyê garantî dikin.