Îsraîlê kuştina fermandarekî Hizbullahê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji fermandarên Hizbullahê Ebû Elî Hemze li bajarê Sûrê yê li başûrê Lubnanê hatiye kuştin.

Îsraîlê kuştina fermandarekî Hizbullahê ragihand
1 hezîran, 2026   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji fermandarên Hizbullahê Ebû Elî Hemze li bajarê Sûrê yê li başûrê Lubnanê hat kuştin.

Kanala 13 a Îsraîlê jî ragihand ku Îsraîl berfirehkirina operasyonên xwe li eniya bakur dinirxîne û dibe ku heya Beyrûtê bigire nava xwe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê parastinê Yisrael Katz îro ferman da artêşê ku di çarçoveya berfirehkirina operasyonên leşkerî li başûrê Lubnanê de hedefên li taxên başûr ên Beyrûtê bombebaran bikin. Di daxuyaniya hevbeş a Netanyahu û Katz de hate gotin: “Ev ferman ji ber binpêkirinên domdar ên agirbestê ji aliyê Hizbullahê ve û êrişên li ser bajarên Îsraîlê hate dayîn.”

(bb)