Şewata li Los Angelesê didome: Herî kêm 16 kes mirin

Şewata li Los Angelesê heta niha bûye sedema mirina 16 kesan. Şewat roja Şemiyê li herêmên nû belav bû.

Şewata li Los Angelesê didome: Herî kêm 16 kes mirin
12 ÇILE, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 7’ê Çileyê ve li Los Angelesê şewatek mezin heye û heya niha jî nehatiye vemirandin. Li Californiayê rewşa awarte hatiye ragihandin. Li gorî Ajansa Xizmetguzariya Keşnasiyê ya Neteweyî ya Emerîkayê, dibe ku bayek bihêz carek din li Başûrê Californiayê destpê bike û heya destpêka heftiya bê bidome. Tê gotin ger ba bêt, wê agir hîn berfirehtir bibe.

Tê gotin heya niha zêdeyî 15 hezar hektar erd û du navçeyên başûrê eyaletê ku zerareke zêde dîtine.

Rayedarên eyaletê dibêjin heta niha 12 hezar xanî, avahî û wesayît şewitîne û zêdeyî 180 hezar kesan malên xwe bi cih hiştine û berê xwe dane herêmên din ên bajarê Los Angelesê. Li gorî rayedaran heta niha zerara agir nêzî 150 milyar dolar be.