Şervanên YPJ’ê: Armanca me guhertina feraseta serdest e

Şervanên YPG’ê diyar kir ku hewl didin pergala xweperastinê bi pêş bixin û feraseta serdest a li ser jinan û civakê hatiye ferzkirin, biguherînin.

Şervanên YPJ’ê: Armanca me guhertina feraseta serdest e
Şervanên YPJ’ê: Armanca me guhertina feraseta serdest e
Şervanên YPJ’ê: Armanca me guhertina feraseta serdest e
Şervanên YPJ’ê: Armanca me guhertina feraseta serdest e
5 nîsan, 2024   03:06
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi minasebeta salvegera 11’an a damezirandina YPJ’ê, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Bêrîvan Xabûr diyar kir ku damezirandina YPJ’ê di 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de diyareke ji bo wî ye.

Bêrîvan Xabûr destnîşan kir ku YPJ hêvî dike ku bibe sîwana parastina tevahî jinên cîhanê, destekê bide wan û wan ji zîhniyeta baviksalar xilas bike.

Bêrîvan bang li tevahî jinan kir ku li hemberî şerê qirkirinê pergala xweparastinê bi pêş bixin.

Jiyan Heleb armanca tevlêbûna xwe ya nava YPJ’ê diyar kir û got: "Armanca min a tevlêbûna nava YPJ’ê ew e ku xwe û mejiyê xwe rizgar bikim, di heman demê de tevahî jinan ji zilm û koletiya li ser wan hatiye ferzkirin, rizgar bikim."

Jiyan Heleb got YPJ’ê jinên ji tevahî pêkhateyan; Kurd, Ereb, Sûryan di bin sîwanekî de anîne gel hev. Jiyan Heleb anî ziman ku armanca herî li pêş a YPJ’ê guhertina feraseta hegemon a li ser jinan, belavkirina fikrê rizgarî, edalet û wekheviyê di nava civakê de ye.

Cûdî Çiya jî soza parastina jinan ji xetereyan da û got dê nehêlin tu kes êrişî jinan bike û mafên wan biçewisîne.

(bb)

ANHA