Partiyên siyasî ji hewldanên yekîtiyê bi hêvî ne

Sekreterê Partî Demokratî Kurdistanî-Suriye Ciwan Siko û Sekreterê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Necmedîn Mela Umer diyar kir ku di nava partiyên Kurd de danûstendinên girîng tên çêkirin û ji avakirina yekîtiyê bi hêvî ne.

Partiyên siyasî ji hewldanên yekîtiyê bi hêvî ne
5 nîsan, 2024   04:17
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Sekreterê Partî Demokratî Kurdistanî-Suriye Ciwan Siko û Sekreterê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Necmedîn Mela Umer derbarê civînên partiyên siyasî yên Kurd ku ev demeke li bajarên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji bo yekîtiyê tên lidarxistin de ji ANHA’yê re axivîn. 

CIWAN SIKO: EM DIXWAZIN GAVEK CUDA BAVÊJIN

Sekreterê Partî Demokratî Kurdistanî-Suriye Ciwan Siko destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Kurd û partiyên wê yên siyasî bi yekîtiyê heye û bibîr xist ku heta niha ji bo vê yekê gavên girîng hatine avêtin. Ciwan Siko da zanîn ku hewldanên heta niha ji ber gelek sedeman bê encam mane, lê ew wekî partiyên siyasî yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê vê carê dixwazin gavek cuda bavêjin. 

Ciwan Siko diyar kir ku ew bi hêvî ne ku vê carê partiyên Kurd bibin yek û got: “Di civînên ku heta niha hatine çêkirin de gelek mijar hatin gotubêjkirin da ku sîwaneyek siyasî û Kurdistanî bê avakirin.”

Ciwan anî ziman ku ew di pêvajoyek hesas re derbas dibin û got “Pêwîste em hemû dest bidin hev û destwerdanên derve yên welatê xwe bi dawî bînin. Ev jî erkekî netewî û niştimanî li pêşiya hemû aliyên Kurdistanî ye. Ji bo yekîtiya Kurd xebateke xurt pêwîst e. Ji bo vê yekê li ser reşnivîsekê kart ê kirin.”

‘KOMÎTE HATINE AVAKIRIN’

Siko anî ziman ku ji bo hevdîtinên bi partiyên kurdî yên wekî ENKS’ê û yên din re komîte hatine avakirin, dîsa bi kesayetiyên serbixwe, rewşenbîr, mezinên eşîrên Kurd re hevdîtin hatine kirin. Ciwan Siko diyar kir ku ji bo serkeftina vê pêngavê pêdivî bi hewldaneke xurt heye û hêvî kir ku hemû partiyên Kurd ji bo yekrêziya Kurdistanê kar bikin.

NECMEDÎN MELA UMER: HINEK LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE TEVDIGERIN

Sekreterê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Necmedîn Mela Umer jî da zanîn ku ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd û civaka Kurdistanê yekîtiya Kurd pêwîstiyek e. Necmedîn Mela Umer got: “Pêwîste li ser heman rê têkoşîn bê meşandin û astengiyên dibin sedema windabûna gelê Kurd ji holê bên rakin. Dema gel bi hêz bibe, wê azadî, wekhevî û dadperwerî jî pêk were.”

Necmedîn Mela Umer, bal kişand ku li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek hewldanên ji bo yekîtiya navmala Kurdan hene, gelek partî tevî van xebatan dibin, lê hin aliyên siyasî ji bo berjewendiyên hizbî nêzî hewldanên yekîtiya Kurd nabin, beşdarî civînan nabin û hewl didin vê yekê têk bibin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Mela Umer, da zanîn ku armanca wan a yekem û ya dawî yekîtiya Kurdan e û dixwazin hemû komployên li dijî gelê Kurd tên kirin bi dawî bikin.