Rêxistinên NY`yê desteka ji herêmê re kêm kiriye

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penabar û Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku rêxistinên NY`yê desteka dide kampên li herêmê careke din kêm kir û gelek xebatên wê yên tenduristiyê û mirovî rawestandin.

Rêxistinên NY`yê desteka ji herêmê re kêm kiriye
5 nîsan, 2024   06:06
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penabar û Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêxmûs Ehmed ragihand ku rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên sereke, desteka ku dida kampên li herêmê, kêm kir.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku rêxistinên NY`yê yên li herêmê li gorî siyaseta hikumeta Şamê dixebitin. Di encamê de şêniyên herêmê, koçber û penaberên li herêmên Rêveberiya Xweser û yên di kampan de dimînin, ji wan alîkariyan mehrûm dibin.

Li gorî Ehmed bi destpêkirina sala nû re, Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya NY`yê, piştgiriya ku dida herêmê, bi taybet kampan, qels kir û beriya çend rojan WHO`yê jî xebatên xwe li herêmê kêm kirin.

Ehmed wiha domand: "Ruxmî ku kêmasî di mekanîzmaya rêbaza dayîna alîkariyan û xebatên tenduristiyê ya wan rêxistinan de heye, lê belê alîkarî ji bo herêmê û gel ji ber dorpêçê û êrişên domdar, gelekî girîng in."

Her wiha Ehmed diyar kir ku pêşkêşkirina xebatan û alîkariyan ji kampên li herêmê re, berpirsyariya rêxistinên NY`yê ye, ji ber ku desteka rêxistinên xwecih têrê nake û hejmara kampan zêde ye.

Ehmed destnîşan kir ku ev helwest dê bi awayekî neyînî bandorê li hewcedarên van alîkariyan bike.

Yekşemê (31`ê Adarê) Rêxistina Bijîşkên Sînornenas hişyarî dabû ku heke WHO fînanseya xwe rawestîne, dê bi awayekî neyînî bandorê li niştecihên kampên li herêmê bike û bang kiribû ku divê xebatên tenduristiyê dewam bikin.

Ehmed da zanîn ku peywendiya wan bi aliyên têkildarî re rasterast an jî bi rêya rêxistinên li herêmê heye û wiha domand: "Tenê dibêjin ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê û şerê li Xezayê desteka ku NY û WHO pêşkêş dikir, kêm bûye."

Der barê çareserkirina vê pirsgirêkê de Ehmed got: "Alternatîfên me hene ew jî em xebatên desteyên tenduristiyê û gerînendetiyên wan ên li kantonan zêde bikin, ji bo ku rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan bê girtin, nemaze ku havîn li ber derî ye û ava paqij kêm e."

Ehmed di dawiyê de got: "Gelek alî derman ji herêmê re pêşkêş dikin, lê wan jî karê xwe kêm kir. Dorpêç, girtina deriyên sînor wekî Til Koçerê, peydakirina dermanan ji derveyî herêmê zehmet dikin."

(şx)

ANHA