Şervanên Minbicê hewldana ketina çeteyan a gundekî têk bir

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina li gundekî gundewarên Minbicê têk bir û zirarên mezin bi çeteyan kir.

Şervanên Minbicê hewldana ketina çeteyan a gundekî têk bir
14 îlon, 2024   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê got hêzên wan hewldana ketina gundekî gundewarên Minbicê ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat têkbirin, di encamê de zirarên mezin bi cebilxaneyên çeteyan bûn û çete revîn.

Navendê anî ziman ku piştî hewldana ketinê hat têkbirin, artêşa Tirk a dagirker gundên Dendeniye, Seyade û Um Edese yên li bakurê rojavayê Minbicê bi çekên giran hedef girtin, di encamê de zirar bi mal û milên welatiyan bûn.

(fr)