Der barê pêşdeçûnên siyasî li kampa Mehmûdlî civîn

Partiya Sûriya Pêşerojê li kampa Mehmûdlî civîneke girse li dar xist. Di civînê de behsa krîza li welat hat kirin ku çareserî di dan û standinên navbera tevahî aliyên Sûriyeyê de ye.

Der barê pêşdeçûnên siyasî li kampa Mehmûdlî civîn
Der barê pêşdeçûnên siyasî li kampa Mehmûdlî civîn
Der barê pêşdeçûnên siyasî li kampa Mehmûdlî civîn
Der barê pêşdeçûnên siyasî li kampa Mehmûdlî civîn
Der barê pêşdeçûnên siyasî li kampa Mehmûdlî civîn
14 îlon, 2024   17:24
TEBQA

Meclisa herêma navîn a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqayê di çarçoveya bernameya xwe ya hevdîtinên bi girseya gel re, li kampa Mehmûdlî ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî civînek li dar xist.

Di civînê de niştecihên kampê, Meclisa Sivîl a Tebqa, endamên Meclisa Sûriya Pêşerojê ya herêma navîn beşdar bûn. Hevserokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebidulhamid El Mihbaş li ser pêşdeçûnên siyasî bi awayekî giştî, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, êrişên çekdarên hikumeta Şamê yên bi navê ʹDîfa El Wetenîʹ li ser gundewarê Dêrazorê axivî.

El Mihbaş sedemên derengmayîna çareserkirina krîza Sûriyeyê bi destwerdanên derve girê da û got: "Nêzîkbûna Sûriyeyî-Tirkiyeyî hêviyên gelê Sûriyeyê ku banga azadî, demokrasî û wekheviyê dikin pêk nayne. Têkiliyên di navbera Rûsya, Tirkiye, hikumeta Şamê û Îranê nîşaneya mezin a berjewendiyên wan e û tu girîngiyê nadin gelê Sûriyeyê."

El Mihbaş di dawiyê de got: "Em Partiya Sûriya Pêşerojê her tim bang dikin ku bi rêya diyalog û dan û standina di navbera tevahî aliyên Sûriyeyê de ji bo xwegihandina çareseriyeke giştî û mayînde li gorî biryara 2254ʹan, krîz were çareserkirin."

Di dawiyê de beşdaran nîqaş kir ku divê tevahî gel li dijî destwerdanên derve ku hewl didin îstîqrarê têk bibin û berjewendiyên xwe pêk bînin, hevgirtî bin.

(fr)

ANHA