Der barê rêbazên pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan de civîn

Kongra Star li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û rêbazên pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de civînek li dar xist.

14 îlon, 2024   17:52
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzeçalakiyên têkildarî kampanyaya navneteweyî ya bi diruşma ʹJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîʹ de Kongra Star a Amûdê li navenda xwe der barê komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan civînek li dar xist. Di civînê de endamên kongrayê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Edaletê û Yekitiya Rewşenbîran beşdar bûn.

Di civînê de endamê Akademiya Civaka Demokratîk Şêrîn Dirbas axivî û got: "Ne tenê dewleta Tirk komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî, lê tevahî dewletên kapîtalîst beşdar bûbûn."

Rêvebera Komîteya Lihevanînê ya Amûdê Mere Zoro axivî û got: "Ji ber metirsiya dewletên kapîtalîst ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan komplo hat pêkanîn."

Rêvebera Kongra Star Şehnaz Îbrahîm jî got: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku têkilî bi derve re were qutkirin û fikrên wî neyênîn belavkirin pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk aniye."

Endamê PYDʹê Ebdurehman Kefsenorî jî got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazên hewl dide fikrên Rêbertî belav nebin, ji lew re hevdîtina parêzer û malbatê bi Rêbertî re qedexe kirine."

Endama Komîteya Perwerdê ya Amûdê Îman Mehmûd got: "Rêbertî girîngî da azadiya jinê ku civakê bigihîne. Ji ber ku jina azad dê civakê azad bike."

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ehmed bal kişand ser şoreşê ku bi destê jinê hat destpêkirin û got: "Jina azad dîwarê tirsê şikand. Îro jî jina Kurd hebûnaxwe li tevahî qadan îsbat kiriye."

(fr)

ANHA