Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Hecînê şehîd bû

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Fecir El Esaf di êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Hecînê şehîd bû
29 tîrmeh 2024   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji şervanên meclisê Fecir Esaf (Erdar) 26’ê Tîrmehê di êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê roja înê (26 Tîrmeh) êrişek li bajarokê Ebû Hemamê yê rojhilatê Dêrazorê pêk anîbû.

Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de şervanê bi navê Fecir Mihemed Esaf ku li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Fecir û tevahî malbatên şehîdan re hat xwestin û soza tolhildanê û domandina têkoşîna li dijî terorê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şervanê şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Erdar
Nav û Paşnav: Fecir El Esaf
Navê Dayikê: Ferha El Casim
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hesekê- Um El Kuber- 2005
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 19’ê Hezîrana 2024
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Ebu heman-26’ê Tîrmeha 2024

(bb)